Parlamenteriya Yuksekdag hate betalkirin
Parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, bi hinceta ku cezayê wê teqez bûye hate betalkirin.
Parlamenteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag, bi hinceta ku cezayê wê teqez bûye hate betalkirin.
Bi hinceta ku cezayê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag teqez bû, parlamenteriya wê hate betalkirin.
Piştî xwendina biryara ji aliyê Serokwekîla Meclîsê Ayşenûr Bahçekapili a li Desteya Giştî ya Meclîsê û şûnde Parlemeteriya Figen Yuksekdga hate betalkirin.
Têkildarî doza di derbarê Yuksekdag de ku beşdarî merasîmekê bûye weke hinceta hate nîşand, biryara cezayê 10 mehan di Mijdara 2013’an de hatibû dayîn. Dosya îro bi awayekî bi lezgîn ji aliyê dadgeha bilind ve nivîsek ji bo Meclîsê hate şandin. Li ser vê di meclîsê de hate bi lez û bez hate erêkirin.
ALOZÎ DERKET, NAVBER DAN RÛNIŞTINÊ
Biryar li Desteya Giştî ya Meclîsê rê li ber gotûbêjan vekir. Bi derketina aloziyan re Serokwekîla Meclîsê Ayşenûr Bahçekapili navber da rûniştinê.
Her wiha Serokwekîlê Koma HDP’ê Ahmet Yildirm diyar kir ku dosyaya doza erêkirina cezayê Yuksekdag, piştî darbeya 15’ê Tîrmehê û şûnde, îmzeya dadger û dozgerên bi îdîaya “FETO” yîyan li ser hene.
Piştî biryarê û şûnde wêne û agahiyên têkildarî Yuksekdag ên li malpera fermî ya Meclîsê de hatin rakirin.