Parlamenterên HDP’ê ji bo ‘zimanê dayikê’ çalakî li dar xist

Parlamenterên HDP’ê bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Meclîsê dowîza li ser nivîsa “Ziman jiyan e” ya bi zimanên cuda hatibû nivîsin vekirin.

Parlamenterên partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Meclîsa Tirk civîna çapemeniyê lidar xist.

Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Meral Daniş Beştaş, Tulay Hatîmogûllar, Serpîl Kemalbay, Kemal Bulbul, Zeynel Ozen, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Garo Paylan, Mehmet Ruştu Tiryakî, Kemal Pekoz û Mahmût Togrûl beşdarî civînê bûn.

Parlamenteran dowîzên nivîsa “Ziman Jiyan e” yên bi zimanên cûda hatibû nivîsin vekirin û li ser navê parlamenteran Dersim Dag axivî.

Dag bal kişand li ser polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk û wiha got; “Tevî ku erdingariya em lê dijîn xwedî bingehekî pir zimanî, pir çandî û pir olî ye ji ber polîtîkayên tekparêz ên ji dîroka Komarê ve cihêrengiya me her roja diçe tine dibe. Beşek ji polîtîkayên asîmîlasyonê bi ser ketine. Li Tirkiyeyê hinek ziman tune bûne hinek jî rû bi rû tunebûnê ne. Ji derveyî zimanê Tirkî li kamû, li qada perwerdê heta li kolanan jî destûr nayê dayîn were bikaranîn.”

Dag bi domdarî got; “Li Tirkiyeyê zimanên cûda bi amûrên dewletê dixwazin tune bikin. Her roja diçe zextên li ser zimanê Kurdî ku zimanê nêzî 20 mîlyon hemwelatiye her demê heye. Tevî zexta sîstematîk jî Kurdî hebûna xwe domandiye. Li Tirkiyeyê di sala 2016’an de bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan (BHQ) de sazî û rojnameyên ku bi zimanê Kurdî weşanê dike hatin girtin. Dawî li xiztmea kamû ya pir zimanî hate anîn. Zextên li ser zimanê Kurdî û zimanên din têgiha tekparêz a dewletê dide nîşandan. Divê dawî li vê têgiha tekparêzî were û hemû zimanên li Tirkiyeyê divê di qada destûra bingehîn de werin parastin.”