Parlamenterên girtî di rojeva IPU'yê de ne

Di rûniştina Civata Giştî ya cara 139'an de, ya Yekîtiya Nav Parlamenetoyan a Navneteweyî (IPU) ku 13-18'ê Cotmehê li Cinêvê pêk hat, zextên li ser parlamenterên girtî yên HDP'ê û parlamenterên ku li sirgûnê ne, hate rojevê.

Biryarên ku IPU'yê standin wiha ne:

-Komîte; piştî hilbijartina 2018'an li ser rewşa hin endamên HDP'ê ku êdî ne parlamenter in, fikarên kûr dike. Bi kêmanî 20 parlamenterên HDP'ê heta vê Cotmehê cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn, 9 jê ji parlamenteriyê hatine xistin û 14 jê çûne sirgûnê û neçar mane ku serlêdana penaberiya siyasî dane. 9 parlamenter hê jî girtî ne.

-Ji ber axaftinên Selahattîn Demîrtaş û Sirri Sureya Onder ên Newroza 2013'an ku mîna propagandaya terorê tê qebûlkirin lê xwedî naveroka aştiyê ne, 5 sal ceza li wan hatiye birîn. Komîte li ser mijara vê cezayê ji rayedaran zêdetir agahiyê û kopiyeke biryara bi hincet dixwaze.

-Ji ber sedema delîlên têkilî sûdariyên terorê yên derbarê endamên HDP'ê bi esasî ji bo ku xwe dispêrin ser axaftin, protesto, tevlêbûna li merasîmên cenazeyan, ango ji ber ku têkilî xebatên siyasî yên parlamenteran in, ev rewş pir fikaran çêdike. Mafên sereke yên parlamenteran divê her dem di ewlehiyê de bin, parlamenter bêyî tirsa ku bersiva xebat wan were, divê bikaribin bi azadî biaxivin.

-Ji bo parlamenter ji sûcdariyên bi nîrên siyasî werin parastin destlênedana meclîsê pir girîng e. Ev destlênedan her wiha serxwebûn û ewlehiya saziya meclîsê jî diparêze. Komîte careke dî şermezar dike ku bi destûreke 'demdemî', bi rakirina prosedûra normal destlênedana meclîsê ya 139 parlamenterî hatiye rakirin.

-Dadgerên ku di dozên têkilî xebatên yasayî yên siyasî û aştîyane yên parlamenterên navborî de, bi giştî ji bo ku ji kar hatine derxistin û têne sûcdarkirin ku parçeyek ji doza Rêxistina Terorê ya Fethullah Gulen (FETON) ne, divê li Meclîsa Tirk ev mijar dîsa werin rojevê.

-Meqamên Tirk li dijî objektîfbûna nirxandina Komîteya Mafên Mirovan a IPU'yê xwe radiwestin, nahêlin ku li qadê rastî werin piştrastkirin. Komîte bi xemgînî diyar dike ku meqamên Tirk bersiv nedane daxwaza ku hatiye dubarekirin. Dîsa jî komîte bawer dike ku delegasyoneke ku wê li Tirkiyê were peywirdarkirin wê bibe alîkar da ku rewşa parlamenterên HDP'ê bi rengekî berfireh were fêhmkirin. Ji bo ku ev pêk were divê delegasyon bi parlamenterên girtî re û yên derve re, bi meqamên darazê re, were cem hev. Meqamên Tirk divê di demeke kurt de misyonê li ser vî bingehî teşwîq bike.

-Meqamên Tirk ji rûniştina Komîteyê ya IPU'yê ya 138'an û vir ve têkilî geşedanan ti agahî nedaye. Delegasyona Tirkiyê li gel ku ku devkî bi berfirehî îfade daye jî bi niviskî ti belge nedaye. Lê HDP'ê kopiyên biryarên dadgehê jî di nav de gelek dokuman dane.

-Komîte ji bo destekê bide ku ev doz bi lezgînî çareser bibe û gavên berbiçav werin avêtin banga xwe ya li parlamenterên IPU'yê dubare dike. Her wiha ji hemû saziyên têkildar ên herêmî û navneteweyî bawer dike. Daxwaze dike ku komîte lêhûrbûna xwe ya li ser vê dozê bidomîne û bike rapor.