Parlamenterên Ewropî serdana çalakiya rûniştinê kirin
Endamên Parlamenta Ewropayê duh êvarê serdana çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê ev 24 roj in tê lidarxistin, kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Endamên Parlamenta Ewropayê duh êvarê serdana çalakiya rûniştinê ya li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê ev 24 roj in tê lidarxistin, kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Çalakiya ji bo çûyina CPT ber bi Îmraliyê ve û kontrolkirina rewşa tenduristî û ewlekariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan dewam dike. Piştgiriya ji bo çalakiyê zêde dibe.
Du parlamenterên Parlamenta Ewropayê duh serdana çalakiyê kirin. Endamê partiya mûxalîf a çep a Spanyayê Podemosê Mîgûel Ûrban û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê yê ji welatê Baskê Josû Jûarîstî Abaûnz serdana konê çalakiyê kirin û piştgirî dan çalakgeran.
Ûrban û Abaûnz li vê derê bi kurtî axivîn û anîn ziman ku ew piştgiriyê didin têkoşîna ji bo azadiya Ocalan û mafên gelê Kurd. Parlamenteran destnîşan kirin ku ew girîngiya çalakiya li Strasboûrgê fêhm dikin.
Parlamenteran ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) xwestin ku weke saziya xwedî erk, bikeve nava liv û tevgerê. Parlameteran her wiha gotin, heta ji destê wan bê ew ê piştgiriyê bidin têkoşîna mafdar a gelê Kurd.