Parlamenterê Swêdî: Ji bo muzakereyan divê Ocalan bê berdan
Parlamenterê Swêdî: Ji bo muzakereyan divê Ocalan bê berdan
Parlamenterê Swêdî: Ji bo muzakereyan divê Ocalan bê berdan
Hevberdevkê Polîtîka Derve û Parlamenterê Partiya Hawirdorê (Kesk) ya Swêdê Valter Mûtt bi têkoşîna xwe ya ji bo pêşvebirina demokrasî û mafên mirovan tê nasîn. Mûtt, ku hikûmeta Swêdê di polîtîka derve de bi pasîf bûnê rexne dike, di serî de Îran, Sûriye û Tirkiye binpêkirina mafên sendîkayî, çapemenî û ramanê yên li gelek welatên cîhanê anî rojeva parlamentê. Em bi Mûtt re li ser rewşa dawî ya li Îran û Tirkiyê axivîn.
Mûtt dibêje ji bo rewşa xetimandî ya pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê vebe, divê beriya her tiştî bi hezaran girtiyên li girtîgehan bên berdan, aliyekî sêyemîn li hevdîtinan bê zêdekirin û hevdîtin bi vî rengî bi zelalî bê meşandin.
Mûtt diyar dike ku ji bo muzakere jî bi erênî bi rêve biçe, divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serbest bê berdan û dibêje eger piştî hilbijartinan hikûmeteke Sor-Kesk ava bibe ew dikarin pêşniyar li Hikûmeta Tirk bikin ku Swêd weke welatekî bê alî beşdarî hevdîtinan bibe.
Di hevdîtina xwe ya li gel Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Majîd Takht-e Ravanchî re we kîjan mijar anîn rojevê?
Beriya her tiştî, ji ber morkirina peymana li ser bernameya nukleerî, min kêfxweşiya xwe anî ziman. Min jê re got; ku ev yek gava yekemîn e ji bo Îran bi Ewropa û welatên din re têkiliyên baş û asayî deyne, lê belê heta ku li girtiyên siyasî îşkence were kirin û darvekirin hebe dê têkilî ti carî asayî nebin, tevî ku beriya hilbijartinan Rûhanî sozên başkirina qada mafên mirovan dabe jî piştî bû Serokkomar, darvekirinên li Îranê zêde bûne. Min jê ragihand ku di nîqaşên pêr ên li parlamentê de hemû partiyan û Wezîrê Karên Derve Carl Bîldt darvekirin û binpêkirinên mafên mirovan ên li Îranê bi tundî şermezar kirine. Min destnîşan kir ku darvekirina girtiyên siyasî ti carî nayê qebûlkirin. Min jê pirsî ka weke endamekî desteya wezîran, gava li welatê xwe vegeriya ji bo rawestandina darvekirinan dê çi bike.
Xwê da û got, "Te barekî giran li milên min kir." Lê soz da ku ewê daxwazên min ji endamên hikûmetê re ragihîne. Her wiha diyar kir ku li Îranê îşkence qedexeye, lê li hin girtîgehan hin polîsên wezîfedar bi kêfî dikin, ev yek li dijî qanûnan û girtiyên hatine darvekirin ne polîtîk girtiyên ji sûcên adî ne, lê belê Rûhanî ji bo cezayê darvekirinê veguhere cezayê ragirtinê yê heta hetayê, xebatan dimeşîne.
Çima piştî Rûhanî hat ser kar, darvekirin zêde bûn?
Di nîqaşên li parlamentê de min ji Bîldt re jî got. Şêwirmendê Rûhanî diyar kir ku bandora Rûhanî li ser hêzên ewlekariyê nîne, dixwaze hêza polîs nîşan bide. Gelo ev dikare wiha be? Dibe. Zehmet e ku di vê mijarê de tiştekî ji sedî sed bê gotin. Lê li Îranê lîderê olî Ayetûllah Hamaney û erka polîsan gelekî xurt e. Lê tevî ku ji bo Serokkomariyê hat hilbijartin jî eger Rûhanî nikaribe sozên xwe bicih bîne, hingî divê îstifa bike.
Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê xetimiye. Tevî ku PKK'ê agirbest îlan kir û beşek ji gerîlayan derxist derveyî sînorê Tirkiyê jî, AKP'ê gav neavêtiye. Hûn vê çawa şîrove dikin?
Ji sala 1988'an û vir ve ez bûyer û qewimînên li Tirkiyê ji nêz ve dişopînim. Çend caran soza reform û avakirina demokasiya rastîn dan. Lê belê her tim di gotinê de ma. Pakêta dawî ya Erdogan aşkera kir jî bi heman rengî ye. Ez ji vê helwesta Tirkiyê westiyam. Heta ku bi hezaran kesên li girtîgehan tên ragirtin neyên berdan û AKP sozên xwe bicih neyne, dê ev pêvajo nemeşe. Heta ku van neke divê Hikûmeta AKP cidî neyê nirxandin.
Ji bo çareserkirina rewşa xetimandî divê çi were kirin?
Di vê nuqteyê de wezîfeyên girîng dikeve ser milên Yekitiya Ewropa û welatên din. Pêwistî timî mafên mirovan bînin rojevê û zextê bikin ku reforman pêk bînin. Lê belê em dibînin ku berjewendiyên aboriyê derdikevin pêş. Tirkiyê di salên dawî de di warê aboriyê de bi pêş ket. Ev yek bû sedem ku Rojavayî helwesta xwe nerm bikin. Me dîtin ku hikûmeta Swêdê û kargehên wê bi Tirkiyê re têkilî danî û berjewendiyên aboriyê derxist pêş. Ji ber vê yekê Serokwezîr Fredrîk Reînfeldt û Bîldt naxwazin binpêkirinên mafên mirovan bi awayekî zelal bînin rojevê. Li berjewendiyên kargehên taybet difikirin. Lê ji bo Tirkiye bi pêş ve biçe divê beriya her tiştî bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan serbest berde. Pêwîste Abdullah Ocalan serbest berde. Ji bo rêveçûna muzakereyan divê serbest berde. Di şert û mercên dîlgirtinê de muzakereyeke çê nameşe. Her wiha girînge yek weke çavdêr beşdarî hevdîtinan bibe. Swêd dikare tiştekî wiha pêşniyar bike. Ji ber ku welatekî bê alî ye, hevdîtin dikarin li Swêdê bên dewamkirin. Eger piştî hilbijartinan Hikûmeteke Sor-Kesk ava bibe, dibe ku em pêşniyareke bi vî rengî bikin. Naxwe di vê rewşê de haya kesî bi têrkerî ji pêvajoyê nîne. Nayê zanîn ka çi tê axivîn. Ev yek rîska xetimîna vê pirsgirêkê jî bi xwe re tîne. Bi dîtina min, eger aliyekî sêyemîn bikeve navberê dê roleke gelekî erênî bileyzin û pêvajo zelal bibe.
Li ser navê Partiya Hawirdorê we hem bi Serokkomar Gul hem jî bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin kirin. We çi anîn rojevê û rastî reaksiyonek bi çi rengî hatin?
Min pirsa; dê kengî girtiyên siyasî werin berdan, li herduyan kir. Ji min re gotin; li Tirkiyê girtiyên siyasî nîne, yên li girtîgehan e terorîst û kesên çalakiyên dijwariyê kirin e. Heman tiştî 30 sal in dibêjin. Di dîrokê de timî bi vî rengî bû. Di navbera salên 1960-70 de şervanên azadiyê yên li welatên Asya û Efrîkayê li dijî emperyalîzmê şer kirin, mora terorîst li wan hat xistin. Erdogan ji leşker û dewleta kûr hesap pirsî. Ez vê erênî dibînim lê belê dema mafên Kurdan dibe mijara gotinê, heman helwestê nîşan nade.
We di civînê de rewşa rojnamevanên girtî anîbûn rojevê. Hûn nameya Egemen Bagiş a der barê mijarê de ji we re şandiye, çawa dinirxînin?
Erdogan îdîa kir ku 56 rojnamevanên di lîsteya Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPI) de cih digirin terorîst in, ne ji ber nivîsên xwe, ji ber çalakiyên terorê hatine girtin. Egemen Bagiş jî soz da ku ewê der barê vê mijarê de nameyek ji agahiyên berfireh bişîne. Ez nameya wî û tiştên li wir tê nivîsandin cidî nagirim. Em dizanin ku rojnamevanên li girtîgehan, ji ber pirsgirêka Kurd anîne rojevê û rastî nivîsandine hatine girtin. Ya ku divê Hikûmeta AKP'ê bike, ne şandina nameyên sûcdarkirina rojnamevanan e, serbestberdana rojnamevan û girtiyên siyasî ye.
Pirsên min ewqas in. Tiştekî ku hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
Dema Erdogan hat me jê re gotin. Di hilbijartinan de benda ji sedî 10'an antî-demokratîk e. Wî bi xwe jî ev qebûl kir û anî ziman ku ewê bendê daxîne. Benda bilind di temsîlkariya partiyên biçûk de dibe asteng. Ji xwe ev yek, ji bo pêşî li ketina Kurdan bo parlamentê, hat çêkirin. Em hêvîdarin dê benda hilbijartinê bê daxistin.