Parlamenterê kurd sozên Ruhanî bibîrxist

Parlamenterê kurd sozên Ruhanî bibîrxist

Parlamenterê bajare Seqîz yê Rojhilatê Kurdistanê Muhsîn Bîglerî, roja çarşemê li parlamentoya Îranê axivî û pêkanînên li Kurdistanê anî ziman û serokomarê nû Hasan Ruhanî rexne kir.

Bîlgerî di axaftina xwe ya li parlamentoyê de diyar kir ku pirahiya kurdan di hilbijartinên giştî de dengên xwe dane Ruhanî û da zanîn ku ligel di ser hilbijartinan de 100 roj derbas bûye jî der barê kurdan de tu sozên ku hatine danîn nehatine cih. Bîglerî got hemû waliyên ku tayînê wîlayetên Rojhilatê Kurdistanê bûne ne kurdin û li gorî agahiyên me girtine waliyê ku tayînê Sîneyê bûye jî ne kurd e.

Parlamenterê Seqizê Bîglerî di axaftina xwe de wiha got: “Bendewariyên me ji wan hene. Di kabîneya nû de em li bendê bûn ku  cih bidin nûnerên kurd. Lê niha ji ber neçariyê em ji nûnerên asta bilind jî razîne.

Bîgerî di berdewamiya axaftina xwe de kurdên li sînor hatine kuştin jî bibîrxist û wiha pê de çû: “Li wîlayetên Bane û Seqizê ji ber xizanî û neçariyê kurd bazirganiya sînor dikin. Lê ev kes ji li sînorê Îranê jia liyê muhafizan ve tên kuştin. Li gorî agahiyên me girtine di du mehên dawî de 6 kes ji ber bazirganiya sînor kirine ji aliyê leşkeran ve hatine kuştin. Li ser van kesên ku hatine kuştin tu tiştekî derveyê qanûnê nehatiye dîtin.

Di meha borî de kesekî kurd ji bo wîlayeta Urmiyê hatiye tayîn kirin, lê hinek komên Azerî bertek nîşan dane û ev jî vekişiyaye.

Ruhanî di pêvajoya hilbijartinê de gotibû dê di kabîneyê de cih bide wezîrekî kurd û gotibû dê li Wîlayetên Kurd, kesên kurd bên tayînkirin.

Lê piştî Ruhanî hat hilbijartin, zextên li ser kurdan zêde bûn û di navbera 26’ê cotmehê-4’ê mijdarê de 3 girtiyên siyasî hatin darvekirin. Her wiha girtin û binçavkirinên kurdan jî didomin û înfazên li sînor jî didomin.