Li Stenbolê protestoya tecrîdê: Herî kêm 14 kes hatin destgîrkirin- NÛ BÛ

Li Stenbolê polîsan êrîşî çalakiya rûniştinê ya li dijî tecrîdê kir û bi dehan kes destgîr kirin.

Bi armanca balkişandina li ser çalakiyên grevên birçîbûnê û tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li navçeya Kartal a Stenbolê bi beşdarbûna bi dehan kesan çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Polîsê Tirk êrîşî çalakgeran kir û kesên çalakî organîzekirine destgîr kir.

Înîsyatîfa Piştevaniya bi Zindanan re nerazîbûn nîşanî êrîşê da û got; “Li dijî tecrîdê em ê her roja din dengê xwe bêhtir bilindtir bikin. Em ê serî li ber zilma we ne tewînin."

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne;

Dîlber Demîr, Hunkar Karasûngûr, Vîldan Dogan, Erkan TArîn, Makbûle Şekere, Mujdat Şeker, Îlhan Ayazdir, Nasrettîn Kavak, Denîz Ekîncî, SÎbel Demîrkûş, Hatîce Dogan, Bûrhan Gokyuzunde, Yetkîn Alkan, Nazmî Tumerdem.