Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agiriyê Aksoy hate binçavkirin
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy bi hinceta ku cezayê wî girtîgehê esehî bûye, hate girtin.
Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Agiriyê Halîl Aksoy bi hinceta ku cezayê wî girtîgehê esehî bûye, hate girtin.
Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Halîl Aksoy ê 77 salî, 23ê Mijdarê roja Pêncşemê danê sibehê hate binçavkirin.
Hat ragihandin ku bi hinceta ku cezayê Aksoyî esehî bûye hatiye binçavkirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tuncer Bakirhanî, derbarê binçavkirinê de li ser medyaya civakî ev yek parve kir: “Parlamenterê me yê berê Halîl Aksoy duh danê sibehê ji ber ku cezayê wî teqez bûye, hate binçavkirin û şandin Girtîgeha Metrîsê. Kesên çete û kujeran bi hiqûqê diparêzin bi hiqûqeka dijminane nêzî siyasetmedar û mixalifan dibin. Em soz didin ku em dê vê fergala rizîyayî û neadil têk bibin. Divê demildest Aksoyê 77 salî û nexweş, cezayê wî bê taloqkirin û bê berdan.
Hate ragihandin ku Aksoy bi dozeka bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" dihat darizandin, 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û Aksoy şandine Girtîgeha Tîpa R ya Metrîsê.