Parlamentera SPD'ê Luhmann: Kurd li îradeya xwe xwedî derdikevin

Parlamentera Demokratên Civakî (SPD) a Parlamenta Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann, nerazîbûn nîşanî tayînkirina qeyûman da û diyar kir, ku tevî dorpêça polîsan a li ser gel jî Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin.

Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê di 19’ê tebaxê de qeyûm tayînî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê, di 17’ê îlonê de tayînî şaredariya Pasûr a Amedê û di 18’ê îlonê de jî tayînî şaredariya Qereyazi ya Erziromê kir. Ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman jî HDP, DBP û hemû derdorên demokrat ji 19’ê tebaxê ve li qadan li ber xwe didin. Di vê çarçoveyê de çalakiya Nobeta Demokrasiyê di roja 49’emîn de berdewam dike.

Parlamentera Demokratên Civakî (SPD) a Parlamenta Federal a Elmanyayê Kirsten Luhmann, ji bo piştevaniya bi gel re hate Amedê. Luhmann, tayînkirina qeyûman û berxwedana xelkê Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

‘LI DIJÎ QEYÛMAN EZ BI KURDAN RE ME’

Luhmann anî ziman ku pêvajoya tayînkirina qeyûman ji nêz ve dişopînin û wiha axivî: “Ez gelek keyxweşim ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de Hevşaredarên Kurd hatin hilbijartin. Ez di vî alî de bi hêvî û bawerim ku ji bo aboriya van bajaran sererast bibe, hevşaredar ji dil û can dê bixebitin. Li hemberî tayînkirina qeyûman yên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê ez nerazî me. Ji bo piştevaniya bi Hevşaredarên Kurd re ez duh li Mêrdînê bûm û îro ji li Amedê me. Em gelek xemgîn û nerazî ne ku kesên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin nikarin derbazî avahiya şaredariyê bibin. Ez jî weke çalakvanekê îro li Amedê me û li dijî qeyûman bi Kurdan re me.”

‘ÎDAYÊN DEWLETÊ BÊ BINGEHIN’

Luhmann, hincetên dewletê ku 'Hevşaredarên HDP’ê piştevaniya PKK’ê dikin' sûcdar dike, rexne kir û wiha pê de çû: “Rewşa li Tirkiyeyê herdemê em dişopînin. Gelek caran em rastî hincetên ku 'Şaredariyên Kurd piştavaniyê rêxistinê dikin' tên. Lê ev hincet bêbingeh in  û heta niha dewletê tiştek tespît nekiriye. Eger îdiayek wiha heye divê ev îdia were tespîtkirin. Lewma ev îdia û hincet bêbingehin.”

‘KURD LI ÎRADEYA XWE XWEDÎ DERDIKEVIN’

Luhmann destnîşan kir ku li dijî tayînkirina qeyûman Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin û got: “Ji ber zexten îro em nikarin biçin li ber deriyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê çalakiyê pêk bînin û li cihekî dûrî şaredariyê em di çalakiyê de ne. Ez gelek bi hêvî me ji ber ku jin, zarok, ciwan, mêr û kalmêr li vir in û li dijî qeyûman dengê xwe berz dikin. Kurd xwedî li îradeya xwe derdikevin. Lê belê tişta min bêzar jî dike hejmara zêde ya polîsane. Hemû rêyên tên qadê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin. Rexmê hejmarek kêm çalakvan li vire jî polîsan dor girtiye û çalakvan dorpêçkirin.”

‘DIVÊ HER KES BI NASNAME Û ZIMANÊ XWE BIJÎ’

Luhmann bilêv kir ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd tenê bi rêyên demokratîk û aştiyane dikare bê çareserkirin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd heye. Divê pirsgirêka Kurd bê çareserkirin. Pirsgirêka Kurd bi şer û tundiyê nayê çareserkirin. Ez gelek keyxweşim ku HDP ji bo pirsgirêka Kurd bûye hêvî û ji bo çareserkirinê rol û misyon girtiye li ser milê xwe. Li vî welatî pêwîstî heye ku her kes bi nasname û zimanê xwe bijî.”