Parlamentera HDP'ê Îrmez, li ser Şakranê pirs ji hikumetê pirsî
Parlamentera HDP'ê Îrmez, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan xist rojeva meclîsê.
Parlamentera HDP'ê Îrmez, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan xist rojeva meclîsê.
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Aycan Îrmez, li ser greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê, ku di roja 51. de ye, pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag kir.
Îrmez bersiva van pirsan xwest:
1- Agahiyên ji aliyê girtiyekî siyasî yê bi navê Yûsûf Ozdemîr ve hatiye dayin, rast e? Ji bo lêkolînkirina van agahiyan û dawîanîna li binpêkirina mafên mirovan, hûn plan dikin ku tiştekî bikin? Li ser vê helwesta îdareya girtîgehê, wê lêpirsînek were vekirin?
2- Haya we ji pirsgirêkên bi serê girtiyên siyasî yên 51 roj in li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê de ne tê, heye? Li ser girtiyên siyasî yên di greva birçîbûnê de ne, weke Wezaretî hûn ê kengî daxuyaniyê bidin?
3- Daxwazên ku girtiyên di greva siyasî yên birçîbûnê de dixwazin, daxwazên ku bi berxwedaneke dîrokî ya li girtîgehan hatine bidestxistin û bi qanûnan hatine ewlekirin. Çima bersiv ji van daxwazan re nayê dayîn?
4- Ji bo bersiv ji daxwazên girtiyên siyasî yên ketine greva birçîbûnê bê dayîn, weke Wezaretî hûn ê kengî bi girtiyan re dest bi hevdîtinê bikin?
5- Mûayaneyên tenduristiyê yên girtiyên siyasî yên di grevê de ne, çawa tên kirin? Bi rêk û pêk doktor kotrolê dike?
6- Vîtamîna B1 bi awayekî rêk û pêk ji girtiyên di greva birçîbûnê de ne tê dayîn yan na? Tê îdîakirin ku ev vîtamîna B1 a ji bo nexweşiyên giran û mayînde rû nedin gelekî girîng e û ava şîrîn ji girtiyan re nayê dayin. Li ser van îdîayan wê daxuyaniyeke we hebe?
7- Gelo rast e ku gardiyan bi rengekî nebaş nêzî girtiyên siyasî yên di grevê de ne dibin, bersivê nadin pêwîstiyên wan û gefa ji bo şandina hucreya yek kesî li girtiyan dixwin?"