Parlamenta Danîmarkayê: Em ji qewimînên li Tirkiyeyê bi fikar in
Parlamenta Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî gelê Kurd û binpêkirina mafên mirovan da.
Parlamenta Danîmarkayê nerazîbûn nîşanî êrîşên li hemberî gelê Kurd û binpêkirina mafên mirovan da.
Partiya hikûmetê jî di nav de hemû partiyên li Parlamenta Danîmarkayê danezaneke hevpar weşandin û nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dan.
Di danezana bi îmzeya 111 parlamenteran de hat gotin, "Parlamenta Danîmarkayê di wê baweriyê de ye; qewimînên li qada hiqûqê, bi taybetî jî bûyerên di mijara azadî û mafên mirovan de li Tirkiyeyê diqewimin, bi fikar dibîne.
Ji bo ji holê rakirina kêmasiyên di rapora Komîsyona Ewropayê de hatine destnîşankirin divê Tirkiye derhal bikeve nava hewldanan û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bixe meriyetê.
Parlamenta Danîmarkayê bang li aliyan dike, ji bo çareseriyeke mayînde li muzakereyên aştiyê vegerin."
'BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN GIHAŞTIYE RADEYEKE XETERE'
Berpirsyarê Karên Derve ya Partiya Enhedslîstenê Nîkolaj Vîllûmsen der barê danezanê de nêrînên xwe bilêv kir û got, "Ev rexneyên cidî yên parlamentê ku di mijara binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê de hatin kirin, min kêfxweş kir. Girtina siyasetmedarên ji aliyê gel ve hatine hilbijartin, girtina organên çapemeniya mûxalÎf, girtina rojnamevanên mûxalîf tiştên bên qebûlkirin nînin."