Parlamenta Îranê ji bo nirxandina çalakiyên gel li hev civiya

Parlamenta Îranê, ji bo nirxandina çalakiyên li welêt bi beşdariya serokên îstîxbaratê, artêşê û medyayê bi rengekî girtî li hev civiya.

Parlamenta Îranê, ji bo nirxandina çalakiyên protestoyî yên 28'ê Kanûna 2017'an li gelemperiya welêt dest pê kirin û hê dewam dikin, li hev civiya. Tevî siyasetmedaran, rayedarên leşkerî, îstîxbaratê, ewlekariya hundirî û televîzyona dewletê ya Îranê jî tevlî vê kombûnê bûn.

Wezîrê Îstîxbarata Îranê Mahmûd Alevî, Wezîrê Karên Hundir Rehmanî Fazlî, Serketerê Konseya Bilind a Elwekariya Milî Alî Şemhanî û Serokê Saziya Radyo û Televîzyonê ya Dewleta Îranê ALî Asgarî tevlî vê rûniştina girtî bûn. Tê payîn ku ji bo nirxandina rewşa girtiyan, komîsyoneke taybet bê avakirin.

Serokê Dadgeha Şoreşê ya Tehranê Mûsa Gazanferî Ebadî çend roj berê daxuyaniyek dabû û gotibû ku kesên piştî roja sêyemîn tevlî çalakiyan bûne, wê ji ber sûcê "şerê li dijî xwedê' werin darizandin û cezayê vê jî îdam e.

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê di çalakiyên gel ên dijî xizanî û rejîma zordar de, li gorî daneyên fermî herî kêm 23 kes hatin kuştin, 1.800 kes jî hatin binçavkirin.