Parlamantera girtî Irmak daxwaza girtî Ozbîl ji Wezîr Ergîn pirsî
Parlamantera girtî Irmak daxwaza girtî Ozbîl ji Wezîr Ergîn pirsî
Parlamantera girtî Irmak daxwaza girtî Ozbîl ji Wezîr Ergîn pirsî
Parlamentera BDP'ê ya girtî Selma Irmak, astengkirina daxwaza girtiyê bi navê Samî Ozbîl ku bavê wî di sînorê mirinê de ye ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergîn pirsî.
Parlamentera BDP'ê ya Şirnexê Selma Irmak ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye, rewş û daxwaza girtiyê ji doza PKK'ê girtî Samî Ozbil ku li Girtîgeha Kocaeliyê girtî ye bir rojeva meclisê. Irmak redkirina daxwaza girtî Ozbîl bi pirsnameyekê bi riya Parlamenter Pervîn Buldan ji Wezîrê Dadê Sadullah Ergin pirsî.
Irmak anî ziman ku, li gorî hêjmara Ceza ya 5275'an a axa 94 û li gorî hêjmara zagonê ya 6301'an a xala 1'an Ozbil kari bi bavê xwe yê nexweşê giran re hevdîtin pêk bîne. Irmak da zanîn ku, Midûrê Giştî yê Girtîgehan bi hinceta "Têkila Ozbil bi rêxistinê re berdewam dike û hikmê talûke li ser heye" destûr nedaye ku Ozbîl biçe bavê xwe yê nexweş bibîne.
Irmak têkildarî mijarê pirsname da Wezîrê Dadê Sadullah Ergin ev pirs pirsîn: "Di mewzûata zagonî de têgeha 'girtiyên talûke' heye ya na. Rêveberiya girtîgehêbi çi mafê dibêje Samî Ozbil girtiyê talûke ye? Bi vê gotinê sûc nake? Ozbîl çi sûc kiriye? Mafê rêveberiya girtîgehê ya destûr nede biçe bavê xwe bibîne heye ya na? Rêveberiya girtîgehê çawa gihişt qenaeta ku Sami Ozbil mahkûmê talûke ye. Hûn difikirin ku Samî Ozbîl beriya ku bavê wî jiyana xwe ji dest bide biçe bavê xwe bibîne û vegere. Hûn difikirin ji bo Sami Ozbil biçe bavê xwe bibîne şert û mercan amade bikin?"