Parka Geziyê dîsa ji gel re hat girtin
Parka Geziyê dîsa ji gel re hat girtin
Parka Geziyê dîsa ji gel re hat girtin
Weke her rojên şemiyê vê hefteyê jî Parka Geziyê ji gel re hat girtin. Her wiha hemû rêyên Qada Taksîmê jî bi erebeyên TOMA û polîsan hat girtin.
Parka Geziyê weke her rojên şemiyê, îro dîsa ji gel re hat girtin. Parka Geziyê bi hinceta li ser medyaya civakî banga bila li parkê milyonek kes bicivin hatiye girtin. Ji aliyê din ve dorpêçkirina polîsan a Qada Taksîmê û Kolana Îstîklalê bala mirovan dikişîne.
Hemwelatiyê bi navê Murat Çelîkê ji ber ku li pêlekên Parka Geziyê rûnişt û girtina parkê protesto kir û ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.