Parêzvanên Mafên Mirovan: Bila daxwaz tavilê bên qebûlkirin
Parêzvanên Mafên Mirovan: Bila daxwaz tavilê bên qebûlkirin
Parêzvanên Mafên Mirovan: Bila daxwaz tavilê bên qebûlkirin
Serokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan û Serokê Giştî yê Mazlûm-Derê Unsal xwestin, daxwazên di deklarasyona KCK'ê de cih digirin tavilê werin qebûlkirin. Turkdogan got, "Ev daxwaz hem daxwazên takekesî hem jî daxwazên civakî ye û di peymanên navneteweyî de neçarî ne." Unsal diyar kir ku ji ber "pakêta demokratîkbûyînê" bersiv nedaye van daxwazan, wan kêm dîtine.
Ji bo daxwazên "perwerdeya zimanê dayikê, ewlekirina bi destûra bingehîn û qebûlkirina xweseriya demokratîk" ku di deklarasyona çareseriya demokratîk a KCK'ê de cih girtin, ÎHD û Mazlûm-Derê piştgirî dan.
TURKDOGAN: DIVÊ DEWLETA TIRK BÊYÎ LÊ BIFIKIRE BÊJE 'ERÊ'
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan bal kişand ser daxwazên di deklarasyona KCK'ê de cih girtin û got, "Pirsgirêka Kurd ji xwe bi awayekî din çareser nabe. Em piştgiriyê didin van daxwazan. Naskirina nasnameya gelekî, jîndarkirina çanda gelekî, mafê mirovan e. Mafê hîndekarî û perwerdeya bi zimanê dayikê jî mafekî hem takekesî hem jî civakî ye." Turkdogan ragihand ku mafê beşdariya li rêveberiyê di çarçoveya peymanên navneteweyî de cih digire û wiha peyivî:
"Mafê diyarkirina çarenûsa xwe ya gelan û zêdekirina erka rêveberiyên herêmî, di nuqteya çareseriya pirsgirêka Kurd de divê ji sedû sed werin nirxandin. Ji bo mijarên di vê deklarasyonê de hatin ragihandin, divê dewleta Tirk bêyî lê bifikire, jê re bêje 'erê.' Ev yek ji xwe ferzeke ku peymanên navneteweyî destnîşan dike. Eger siyaseta Kurd sererastkirinên di belgeyên navneteweyî de dixwazin, ev yek nîşan dide ku Tirkiye çiqasî antî demokratîk e. Hînê welatekî ku bi destûra bingehîn a derbeyê tê rêvebirin û peymanên gerdûnî qebûl nake, li holê heye."
Turkdogan ji ew derdorên li dijî deklarasyona KCK'ê derdkevin pêşniyar kir ku çav li peymanên Neteweyên Yekbûyî yên Tirkiye jî aliyekî wê ye, bigerînin û got, "Tirkiye di van peymanan de hem aliyeke, hem jî bicih nîne. Di mijarên li ser pirsgirêka Kurd de hewl dide bireve. Tiştên di deklarasyona KCK'ê de hatin ravekirin, ji ber ku mafên xwezayî ne, divê ji xwe bicih werin anîn. Rewşa ku di deklerasyonê de hatiye ravekirin, kurteberkirina 30-40 salên pirsgirêka Kurd e. Divê hikûmet van daxwazan tavilê, di vê demê de bicih bîne."
Turkdogan diyar kir ku ew girîngiyê didin dewamkirina rewşa agirbestê û got, "Agirbest divê dwam dike. Erka operasyonan ji Waliyên bajaran re hat dayîn. Ji bo dewamiya agirbestê, divê hikûmet ji bo operasyonan gavan neavêje. Ji bo erkdariya şer (Iraq û Sûriye) divê erk neyê bikaranîn."
UNSAL: DIVÊ HIKÛMET DAXWAZAN TÊXE ROJEVA XWE
Serokê Giştî yê Komeleya Piştgiriya ji bo Mazlûman û Mafên Mirovan (Mazlûm-Der) Ahmet Farûk Unsal jî da xuyakirin ku ew piştgiriyê didin daxwazên di deklarasyona KCK'ê de cih girtin û got, "Ji ber ku pakêta demokratîkbûyînê bersiv neda van daxwazan, me kêm dîtin. Ji ber ku di pakêta hikûmetê de mafê perwerdeya zimanê dayikê ya li dibistanên fermî û madeya li ser naskirina rêveberiyên herêmî cih nagire, me kêm dîtin. Ev yek nîşan dide ku di mijara wekheviyê de mejiyê dewleta Tirk hînê zelal nebûye."
Unsal ragihand ku ew pirsgirêka Kurd weke pirsgirêka wekheviye dibînin û got, "Heta ku xwe bi Kurdan re wekhev nebîne, mejiyê siyasî yê Tirkiyê dê nikaribe pirsgirêka Kurd çareser bike. Mijara zimanê dayikê ku mijara herî bingehîn a vê wekheviyê he, hînê nehatiye çareserkirin. Ji ber ku pirsgirêka bingehîn li ser çand, ziman û nasnameyê dimeşe. Ya duyemîn jî, piştgiriya jib o rêveberiyên herêmî ye."
Unsal destnîşan kir ku ji bo qebûlklirina sê daxwazên bingehîn ên KCK'ê ji aliyê hikûmetê ve, ewê têkevin nava hewldanan.