Rewşa Awarte bi binpêkirinên mafan salek li dû xwe hişt û bi rêk û pêk mafên mirovan bin pê kir. Seroka Şaxê ÎHD'ê yê Stenbolê Parêzer Gulseren Yolerî têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku di warê êşkenceyê de sicîla Tirkiyeyê qirêj e û ji ber binpêkirina mafên mirovan parêzer bi fikar li paşerojê dinerin.
Yolerî anî ziman ku binpêkirina mafên mirovan bi giranî di sê xalan de tên kirin û got, "Tişta tê xuya kirin; di Rewşa Awarte de êşkence girtinên bêhiqûq û bêmaf û, binçavkirinên zêde bûne. Ji derveyî van sê xalan, qadên demokrasî, jiyana sivîl û fikirîna azad hatin tengkirin. Bi îlankirina Rewşa Awarte û derxistina biryarnameyan re gelek rojname, televîzyon û ajans hatin girtin. Ev girtin binpêkirineke mezin a mafên mirovan ye. Girtina rojnamevanan û akademîsyenan binpêkirina sereke ya mafên mirovan e."
'DIXWAZIN BI CIVAKÊ BIDIN QEBÛL KIRIN'
Yolerî da zanîn ku di warê êşkenceyê de sicîla Tirkiyeyê qirêj e û wiha pê de çû: "Ji bo gel bêdeng bikin, êşkenceyê mîna rêbazekê bi kar tîne. Bi Rewşa Awarte re bi taybetî li bajarên Kurdan êşkence zêde bûye û ev bi rêk û pêk tê kirin. Wekî din, rebazên hovane yên wekî; dane ber ceyranê û hilawestinê dikin. Rewşa Awarte li dijî maf û azadiya mirovan derbeke. Di 15'ê Tirmehê de ji bo pêşîlêgirtina terorê û darbeyan Rewşa Awarte hat îlan kirin. Lê di pêvajoya salekê de tiştên qewimîn, em dikarin bêjin niyeta dewletê ya dixwaze civakê îstîsmar bike, bitirsîne û ji bo pêşî li nerazîbûna gel bigire, raxist pêş çavan."
'BI REWŞA AWARTE RE DARBE KIRIN'
Yolerî dest nîşan kir ku di her 10 salan de carekê li Tirkiyeyê darbe tê kirin û wiha domand: "Bi taybetî piştî 12’ê Îlonê, amûrên êrîşan bi sazî bûne. Di hin deman de dewletê bi rûpoşan xwedanî holê, lê ti carî cewhera wê neguherî. Bi Rewşa Awarte re careke din derkete holê. Berî Rewşa Awarte qedexeya derketina derve hat ragihandin. Qedexeyên derketina derve rûyê rast ê hişmendiya dewletê nîşan da."
'BI FIKAR LI PAŞEROJÊ DINERIN'
Yolerî eşkere kir, ku piştî pêvajoya hilbijartinê ya 7'ê Hezîranê, pêkanînên Rewşa Awarte di civakê de bersiva xwe dît û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Desthilatdariya ku hilbijartin nas nekir, ket pozîsyonek der qanûnî û desthilatdariya xwe derbas kir. Şer û komkujiyên li Kurdistanê bi îlankirina Rewşa Awarte re zêde bûn. Vê yekê bi Rewşa Awarte re dest pê nekir, lê bi Rewşa Awarte re dewam kir. Hikûmetê derfetên hebûna xwe di zemînê qanûna bingehîn de nedît. Ji ber wê dest bi binpêkirina mafên mirovan kir. Li dijî maf û azadiyan ev darbeyek e. Em parêzvanên mafên mirovan bi fikar li paşerojê dinerin."