Parêzvanên leşkerî li dora avahiya Serokwezîrtiyê bicih kirin

Parêzvanên leşkerî li dora avahiya Serokwezîrtiyê bicih kirin

Xwepêşandanên protestoyî yên li Taksîmê her ku diçe bilav dibe, her wiha polîsan êrîşî komek ya li Enqereyê kir. Li derdora avahiya Serokwezîrtiyê tedbîrên mezin hatin girtin, bi fermana Walîtiyê derdora avahiyê leşker hatin bicih kirin.

Piştî ku polîsan tund êrîşî xwepêşandanên parastina Parka Gezî ya Taksîmê kirin, xwepêşandan herku diçin mezin dibin. Li Enqereyê di demjimêrên nîvro de kom kom dibin. Kom piştî ku ber bi serokwezîrtiyê dest bi meşê kir, polîsan êrîş kir. Piştî ku polîsan bi bombeyên gazî, gaza îsotê û ava şid bikar anî, pevçûnan rû da.

Polîs hewil didin destûr nedin xwepêşandan nêzî avahiya Serokwezîrtî û Meclisê bibin. Tedbîr jî hatin zêdekiriin. Li derdora avahiya Serokwezîrtî û Wezîran leşker hatin bicih kirin.