Parêzerên Tûglûk: Ji bo Kurdan 'qanûneke' cuda tê pêkanîn

Komîsyona Hiqûqê ya HDP'ê bertek nîşanî bernedana Aysel Tûglûk da û got, "Ev yek nîşaneya nêzîkatiya dijhiqûqî û cudakar a li hemberî Kurdan û girseya siyasî ye."

Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê ku ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Berpirsiyar e Serhat Eren û parêzerê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk, Serdar Çelebî têkildarî biryara berdana Aysel Tûglûk ku di Doza Kobanê de hat dayîn, li avahiya HDP’ê ya Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin.

Serhat Eren diyar kir ku Tûglûk ji sala 2016’an ve girtî ye û li girtîgehê bi nexweşiya demansê ketiye û demek dirêj e li hemberî nexweşiyê li ber xwe dide.  Eren bal kişand ser pêvajoya nexweşîna Tûglûk û got ku tevî nexweşîn û serlêdanên wan jî Saziya Tiba Edlî (ATK) berdana Tûglûk asteng kiriye. 

Eren bi bîr xist ku di rûniştina 15’emîn a Doza Kobanê de derbarê Tûglûk de biryara berdanê hatiye dayîn û got: “Di encama têkoşînek dûr û dirêj a ji bo berdanê duh dadgehê biryara berdana wê da. Birêz Aysel Tûglûk ji doza Kobanê derbarê wê de biryara berdanê hat dayîn. Lê Tûglûk ji dosyeya ku ceza lê hatiye birîn nehatiye berdan. Divê Saziya Tipa Edlî demildest derbarê Tûglûk de biryara nikare di girtîgehê de bimîne bide. Ji ber ku ew nikare bi tena serê xwe bijî. Em di serdemek ku hiqûq ji bo girtiyên nexweş nayê şixûlandin de derbas dibin. Em carek din dibêjin divê birêz Tûglûk li gorî rûmeta mirovî were berdan û tedawîkirin. Em daxwaz dikin ku gavek beriya gavekê birêz Tûglûk ji bo ku bikaribe li derve tedawiya wê bê kirin, bê berdan.”

Eren bal kişand ser raporên Saziya Tipa Edlî ku berdana Tûglûk asteng kirine û xwest biryara ji bo Çevîk Bîr ê ji doza 28’ê Sibatê di girtîgehê de bû û ew jî bi nexweşiya demansê ketibû û hat berdan, ji bo Tûglûk jî were dayîn. Eren got biryara Çevîk Bîr ji bo girtiyên Kurd ên polîtîk nayê sepandin û girtiyên Kurd bi bêhiqûqî û cihêkariyê re rû bi rû dimînin.

 Eren got divê Tûglûk demildest were berdan û ji bo Tûglûk û girtiyên nexweş banga hestiyariyê ji rayedarên hikûmetê bigire heta rêxistinên sivîl û raya giştî kir.