Parêzerên Ocalan xwestin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Ocalan, Nevroz Ûysal, Mazlum Dînç, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Ocalan Rêzan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2’ê Gulanê de, di 22’ê Gulanê de, di 12’ê Hezîranê de û di 18’ê Hezîranê de bi giştî 4 caran muwekîlê dîtibûn.
Piştî hevdîtina 18’ê Hezîranê, serlêdanên parêzeran hemû bi hincetên cuda hatin redkirin.