Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê yê Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlûm Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bîne serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêpejirandin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "keştî xirab bûyî ye" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 622 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 172 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li rayedaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.