Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi muwekîlê xwe re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û û Mazlûm Dînç ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger bersivek erenî ji Rêveberiya Girtîgeha Îmraliyê û dozgeriya Bûrsayê bê dê parêzer sibê biçin Îmraliyê. Di serlêdana roja Sêşem bi hinceta “keştî xirabeye” hatibû asteng kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (554 rojin) nikarin bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinan bikin. Serlêdanên parêzeran her tim bi hincetên ji cidiyetê dûr û pûç yên weke "Keştî xirab bûyî ye", "Rewşa hewayê", "Keştî di tehmîrê de ye", "Belge kêmin" û “Betlaneya fermî” tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.