Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê bi muwekîlê xwe re pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç ji bo hevdîtina heftane ya asayî bi muwekîlê xwe Ocalan re pêkbînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger Îdareya Girtîgeha Îmraliyê bersivek êrênî bide dê parêzer sibe bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana roja Pêncşemê bi hinceta “keştî xirabeye” hatibû asteng kirin.

Li aliyê din jî malbatên girtiyên ji doza PKK’ê Cûmalî Karsû, Hasbî Aydemîr û Şêxmûs Poyraz yên li Îmraliyê duh çûbûn hevdîtina asayî ya heftane.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve (552) 153 caran serlêdana hevdîtinê kirine, lê bi hincetên weke “keştî xirabeye”, “muxalefeta hewayê”, “keştî di tehmîrê de ye” û “ keştî hatiye lê belge kêmin” yan jî “betlaneya fermî” tên asteng kirin.