Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê kir
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muvekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bûrsayê dan.
Parêzerê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Huseyîn Bogatekîn ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bê pejirandin dê sibê biçim Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinan pêk bînin. Hefteya borî li gel ku rayedaran hinceta "Rewşa hewayê nebaşe" nîşan dabûn jî ji Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) heyetek çûbûn û li Îmraliyê hûrkolîn pêkanî bûn.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 547 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Parêzer heta niha 152 caran ji bo biçim Îmraliyê seri li daredaran dan. Lê her tim bi heman hincetan hatin astengkirin.