Parêzerên Ocalan serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li dijî cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, li dijî cezayê dawî yê dîsîplînê ku li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş hate birîn û bûye hinceta qedexeya hevdîtinan, di 17'ê Çileya 2020'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Parêzeran destnîşan kirin ku mafê darizandina adîl a muwekîlên wan hatiye binpêkirin û xwestin ku mafên hatine binpêkirin bên tespîtkirin.

Di serlêdanê de hate destnîşankirin ku hîmê bingehîn ê darizandina adîlane xwe gihandina dadgehê ye, lê belê ev maf hatiye hatiye astengkirin.

Di serlêdanê de hate gotin, "Di nav 15 mehan de bi awayekî sîstematîk her carê 3 mehan cezayê dîsiplînê weke qedexeya hevdîtinê hatiye dayîn. Bi dawîbûna dema ceza re careke din ceza hatiye birîn. Di nav 15 mehan de 5 car ceza hatiye birîn. Daxwaza xwegihandina parêzeran a van dosyayan hatiye redkirin û derveyî darizandina dîsiplînê hatiye hiştin. Her pênç ceza jî bi heman hincetî hatine birîn û hatine pêkanîn."

Di dewama serlêdanê de hate diyarkirin ku astengkirina xwegihandina parêzeran a dosyayan "nehiqûqî ye" û mafê wergirtina alîkariya hiqûqî ji holê hatiye rakirin.

Di serlêdanê de her wiha hate bibîrxistin ku ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve parêzer nikarin muwekîlê xwe Ocalan bibînin.