Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtî ye, ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji parêzerên Ocalan Raziye Turgut, Rêzan Sarica, Serbay Koklu û Îbrahim Bilmez, serî li serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Nevroz Uysal û Rêzan Sarıca, piştî 8 sal şûnde di 2- 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de hevdîtin kiribûn. Serlêdanên parêzeran piştî 7'ê Tebaxê hemû serlêdan bên bersîv tên hiştin.