Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina heftane ya asayî pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Krud Abdullah Ocalan, Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muvekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayî û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliye bersiva erênî bidin, dê parêzer sibê karibin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditina heftane pêk bînin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an heta niha (531 roj in) nikarin bi muwekîlê xwe re hevdîtinan bikin. Parêzerên ku heta niha 147 hefte ne serlêdanê dikin, her tim bi hincetên "Kêştî xerabe ye", "Rewşa hewayî", "Kêştî di temîrê de ye" û "Kêştî ji temîrê hate lê belgeyên wê kêm in" tên redkirin û hevdîtin tên astengkirin.

Li aliyekî dozger dibêjin keştî xerabe ye, li aliyê din Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk û Parlamantera BDP'e Ayla Akat û heyetên dewletê çûn Îmraliyê.