Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi wekîlê xwe re hevdîtina heftiyane bikin, serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Abdulmecît Yildirim ji bo hevdîtina asayî ya heftane bimuwekîlê xwe Ocalan re pêkînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Eger serlêdana parêzeran bê pejirandin dê sibe parêzer biçin Îmralî û hevdîtinê bi Ocalan re pêkbînin.

Parêzerên Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve heya niha li rexmî hemû serlêdanan jî nekarîne hevdîtinê bi Ocalan re pêkbînin û hemû serlêdanên parêzeran bi hincetên pûç hatine redkirin.