Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  Rezan Sarica, Cengiz Yureklî, Mazlum Dînç û Suna Bîlgîn, ji bo muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Tirk a Bursayê dan. Ger ku serlêdana wan bê pejirandin dê parêzeran sibê biçin Grava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan  herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatin redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 121 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaş e û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.