Parêzerên Ocalan ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo dîtina muwekîlê xwe serî li dozgeriyê dan.
Parêzerên Ocalan ku piştî heyşt salan 2'ê Gulanê muwekîlê xwe dîtin, ji bo pêkanîna hevdîtinê destpêka hefteyê serlêdaneke nû kirin.
Parêzer Cengîz Yureklî, Nevroz Ûysal, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç bi vê armancê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve parêzeran 810 caran serlêdan kiribûn, lê piştî 8 caran 2'ê Gulanê destûr ji wan re hatibû dayin ku muwekîlê xwe Ocalan bibînin.