Parêzerên Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serî li rayedaran dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe, careke din serî li dozgeriyê dan.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji sala 1999'an ve li Girtîgeha bi Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tecrîdkirî ye.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin roja Çarşemê muwekîlên xwe bibînin careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzer piştî 8 salan yekemcar di 2'ê Gulana 2018'an de karîbûn muwekîlên xwe bibînin. Piştre heman salê di 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê de, herî dawî di 7'ê Tebaxa 2019'an de parêzeran karîbûn Abdullah Ocalan bibînin. Ji hevdîtina dawî û vir ve 104 caran ji bo hevdîtinê serlêdan hatin kirin, lê heta niha ne erê ne jî na bersiv nehatiye dayin.