Parezerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parezerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komarê ya Bursayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Mazlum Dînç, Cengîz Yurekli û Raziye Ozturk, ji bo bi muwekilên xwe Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Dozgeriya Komara Bursayê dan. Ger ku dozgerî serlêdanê erênî bike parêzer dê sibê biçin Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevditin bikin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de çûbûn Îmraliyê. Piştî wê heta niha hemû serlêdanên parêzeran bi sedemên cuda hatine redkirin. Parêzerên Ocalan 2 sal û 137 rojin nikarin biçim Îmraliyê. Her tim bi hinceta keştî xerabe ye, rewşa hewayê nebaşe û destûra fermî ye çûna parêzeran tê astengkirin.