Parêzerên Ocalan daxuyanî dan

Li ser navê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di derbarê Wezîrê Tirk ê Edaletê ku gotibû qedexeya hevdîtina bi Ocalan re rabûye de daxuyaniyek parve kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di derbarê daxuyaniya Wezîrê Tirk ê edaletê ku gotibû qedexeya hevdîtinê ya bi Ocalan re rabûye de daxuyaniyek parve kirin.

Daxuaniya parêzeran wiha ye:

"Wezareta Edaletê, diyar kiriye ku qedexeya bi muwekîlê me birêz Ocalan re rabûye û derfetên bi hevdîtina bi birêz Ocalan re hatine pêkanîn.

Me ji raya giştî re ragihandibû ku me 2’ê Gulanê bi muwekîlê xwe re hevdîtin kiriye. Me diyar kiribû ku li ser îtîraza me ya di derbarê vê biryara qedexeya hevdîtinê de, qedexe ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Burasayê ve hatiye rakirin.

Tevî vê, ligel ku piştî 2’ê Gulana 2019’an her roj me serlêdana hevdîtinê kiriye jî hê hevdîtinek pêk nehatiye. Hevdîtina bi birêz Ocalan re bi hinceta ku 22 ‘ê Nîsana 2019’an cezayê dsîplînê girtiye hevdîtin tê astengkirin.

Li ser daxuyaniya Wezareta Edaletê dema ku biryara qedexeya ya li dijî hiqûqê rabû, divê bi awayeke peryodîk hevdîtinên parêzeran pêk bên. Mafên hiqûqî yên hevdîtina parêzeran û malbatê yên li gel Birê Ocalan, dîsa peywendiyên bi rêya telefon, name û amûrên din bi awayekî giştî neçariyeke hiqûqê ye.

Li ser vî bingehî di warê mekanîzmaya edalet-darazê de daxuyaniya ji aliyê Wezareta Edaleê ya yek ji saziyên herî xwedî raye ye, weke îfadeyeke ku pêwîst û li gorî hiqûqê ye dibînin û hemû sazî û rêveberiyên berpirs vedixwînin pêkanîna hiqûqê.

CPT SERDANA ÎMRALIYÊ KIRIYE

Hate ragihandin ku Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) ji Nîsana 2016’an û vir ve cara yekê ye serdana Îmraliyê dike. Tê payîn ku pêşniyar û tespîtên CPT’ê li Îmraliyê pêk anî bi raporekê parve bike, em ê şopdarê mijarê bin.”