Parêzerên Ocalan bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ dîsan hatin asteng kirin

Parêzerên Ocalan bi hinceta ‘keştî xirabe ye’ dîsan hatin asteng kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Rayedarên girtîgehê dîsa bi hinceta keştî ‘xirabe ye’ destûr nedan parêzer biçin Îmraliyê.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê dîsa rayedarên Îdareya Girtîgeha Îmraliyê serlêdan bi hinceta "Keştî xirabe ye" red kirin.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn. Her tim bi heman hincetan serlêdanên parêzeran hat redkirin û destûr nedan ku parêzer biçin Îmraliyê.