Parêzerên ‘NA’ wê çima bêjin ‘NA’ vegotin

‘Parêzerên NA’ ji rawestgeha Metro ya Osmanbeyê heta Taksîmê meşiyan, belavokên ‘NA’ belavkirin. Parêzerên ku ji bo “Edalet, Aştî, Wekhevî, Azadiya Jinan û Ciwanan gotin NA” gel eleqeyek mezin nîşan dan.

Ji referandumê re 2 roj ma, Parêzerên Na ji rawestgeha Metro a Osmanbey ber bi Taksîmê ve meşiyan,parêzeran belavokên bi sernavê ‘EM DIPIRSIN’ belav kirin û ji mirovan re bê çima dibêjin ‘NA’ vegotin. Parêzerên ku li kolanan, xwaringeh û çayxaneyan bi gel re rûniştin bi yek dengî gotin: “Ji Edalet, Aştî, Wekhevî, Azadiya Jinan û Ciwanan gotin NA”

Parêzerên ku ber bi Taksîmê ve meşiyan li nêzî Parka Gezî yê, polîsan pêşiya wan girt. Piştî gotûbêjên parêzer û polîsan meş dewam kir û li Qada Taksîmê bi coşekî mezin hatin pêşwazîkirin. Standên ‘Erê’ yên ku li qadê ji bo ku dengê ‘NA’ neyê bihîstin dengê stranên xwe bilind kiri.

Parêzeran heta Qada Galatasarayê belavok belavkirin, li vir li ser navê parêzeran Zûleyha Gulûm axivû û got: “Ti fêdeya vê Destûra Bingehîn ji gel re nîne, me ev yek îro ji gelê xwe re parve kir. Lê hê karê me neqediyaye. Divê em roja Yekşemê xwedî li sindoqên xwe derkevin.”