Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke din kirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Sûzan Akîpa, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo karibin muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş bibînin ku 37 meh in nikarin agahiyê ji wan werbigirin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Têkiliya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi derve re bi temamî hatiye qutkirin. Bersiv ji serlêdanên ji bo hevdîtinê re nayê dayin. Hin caran jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn û ev yek weke hincet tê nîşandan.