Parêzerê OHD'yî: Divê rêxistinên civakî biçin Imraliyê

Rêveberê Navenda Giştî ya OHD'ê Parêzer Mehmet Nûrî Denîz got li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê rêxistinên civaka sivil koordînasyonekê çêbikin, tendiristî û şertê girtîbûnê yên Ocalan bişopînin.

Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) têkilî grêva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan bang li rêxistinên civaka sivîl kir.

Denîz ji bo rabûna tecrîdê û nermkirina şertan bal kişande ser rola Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS).

Denîz bi bîr xist ku ev 22 sal in li Imraliyê li ser Ocalan tecrîdeke giran heye û rejîma înfazê ya li ser Ocalan giran e, xwedî rejîmeke resen e. Denîz her wiha got Ocalan hem li girtîgehekê giravê ye û hem jî hevalên xwe hatiye tecîdkirin û ev dibe du tecrîd.

'HIQÛQ BI HIKMÊ NEYÎ YE'

Denîz got divê civaka sivîl li ser mijara tecrîdê bi peywira xwe rabe, weke ji bo hemû cezaxwariyan ji bo Ocalan jî di mewzûatê de hin maf hene, mînak dikare parêzer, malbata xwe bibîne û bi telefonê biaxive, ji hêla mafên mewzûatê ve problem nînin, bi berdewamî bi bîr xist ku Dadgeha Mafê Mirovan re ji tecrîdê re êşkence gotiye, rapora CPT'Yê jî têkilî rûdanên li Imraliyê gotiye, tecrîd e û got, ''Li vir a girîng bicihanîna biryarên hiqûqî û mewzûat e. Niha ti saziyeke netewî û navnetewî nîne ku van biryaran bi cih bîne. A rast hiqûq tine. Ango hiqûqa ku nikaribe pê bide kirin bi hikmê neyî ye. Li cihê ku hiqûq nebe li wir dad û azadî nîne. Ji ber vê ya ku divê civaka sivîl bike têkoşîna ji bo dad û azadiyê ye.''

RCS PASÎF DIMÎNIN

Denîz bi berdewamî diyar kir sedema hebûna civaka sivîl avakirina raya giştî ye, tesîrkirina li ser dewletê ye, alîkarbûna ji bo daxwazên civakî ye, xebatên diyalog, kanihqkiin û lihevkirinê ye û got ev peywirên civaka sivîl e. Denîz bi berdewamî got, ''Lê mixabin rêxistinên civak sivîl li ser vê mijarê kêm dimînin. Ji ber atmosfera tirs û zextê, ji ber sedema tesîra îdeolojîk a dewletê, civaka sivîl pasîf dimîne. Lê nexasim li ser mijara tecrîdê, hiqûqê, tendiristiyê divê rêxistinên civaka sivîl koordînasyonekê çêbikin. Ev koordînasyon divê bi şandeyekê re biçe Imraliyê, tendiristî û şertên girtîgehê yên Rêzdar Ocalan ji cih bişopîne. Her wiha divê bal bikişîne ser ku tecrîd ji ber meseleya Kurd û têkilî pirsên esasî yên Tirkiyê ne. Têkilî vê mijarê bi panêl, komxebatan û hwd. xurt bike.''

DESTÛREKE NÛ

Denîz her wiha got divê rêxistinên civaka sivîl li qada netewî û navnetewî ji bo rabûna tecrîdê hewl bidin, ji bo vê di dest wan de têra xwe dane hene, biryarên têkilî binpêkirinê yên DMME'yê, CPT'yê, qedexeya hevdîtina bi parêzeran û malbatê re ya Rêzdar Ocalan weke mînak nîşan da û got, sedema nebûna hewldanan ne ji ber nebûna daneyan e û got,''Parêzeren Rêzdar Ocalan jixwe rêyên hiqûqî bi kar tînin. Lê ji ber pirsgirêka bicihanîna hiqûqê heye enex ku bi civakê re bi hev re têbikoşin ev mesele dikare hal bibe, em wiha difikirin. Nexasim rêxistinên hiqûqî divê bi giştî li vê meselê binerin. Divê hay jê hebin ku pirsgirêka sereke ya Tirkiy3e ji ber tecrîd û meseleya Kurd e û bi vê çarçoweyê xebatên destûrê were kirin. Divê rêxistinên hiqûqê vê bikin rojava xwe. Bi min, bêyî azadbûna Oaclan ev xebat jî wê encamê neyîne.''

'GRÊVÊN BIRÇÎBÛNÊ DIVÊ TENÊ NEYÊN HIŞTIN'

Têkilî grêvên birçîbûnê jî Denîz got, ''Şertên girtîgehan jixwe giran in, bi ser de pêvajoya pandemiyê ev şert girantir kirine. Rêxistinên civaka sivîl li ser vê mijarê divê diyalogê deynin, divê têkoşîna van mirovan tenê nehêlin.''