Parêzerê Ocalan Bedrî Kuran çû şîna bavê xwe
Parêzerê Ocalan Bedrî Kuran çû şîna bavê xwe
Parêzerê Ocalan Bedrî Kuran çû şîna bavê xwe
Parêzer Bedrî Kûranê ku di operasyona li dijî parêzerên rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de hatibû girtin tevlî şîna bavê xwe Kadrî Kuran bû.
Parêzer Bedrî Kuranê ku di encama operasyona li hemberî Parêzerên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatibû de hatibû girtin, tevlî şîna bavê xwe bû. Parêzer Kuranê ku li girtîgeha Tîpa 2 a F ya Kandirayê dimîne di bin ewlehiya leşkeran de birin Mêrsînê û li vir tevlî şîna bavê xwe bû û serdanên sersaxiyê qebûl kir.
Dayika Kuran Kadriye Kuran li mala sersaxiyê axavtin kir û balkişand ser bê huquqiya dewletê ya li hemberî Kurdan û nerazîbûn nîşanî Serokwezîr Erdogan da.