Parêzerên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê ku parêzertiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtine ser xwe diyar kirin ku, nûçeya di rojnameya Akşamê de derkektiye dibêje, ‘Ocalan naxwaze li gel parêzeran hevdîtinê bike’ derewe.
Parêzerên Buroya Hiqûqî ya Sedsalê nûçeya ku di manşeta rojnameya Akşanê de bi sernavê ' Îmralî parêzeran na xwaze' diyar kirin ku, tu rastiya vê nûçeyê tuneye. Parêzeran bi daxuyaniyekî nivîskî dan zanîn ku, ji ber pêkanînên hikûmetê û polîtîkayên tecrîdê li ser muwekîlê me Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên meşandin ku ji 27 Tirmeha 2011'an heya niha ev 500 roje hevdîtin pêk nehatiye.
Parêzeran di daxuyaniyê de diyar kirin ku, nûçeya ku behsa wê têkirin bi tu awayî hiqûqek wê tuneye, dixwazin bi van nûçeyan bertekên li hemberî tecrîdê ku di raya giştî de tên kirin kêm bikin û serê mirovan tevîlhev bikin. Herî dawî parêzeran wiha got: "Kesên ku nûçeyan amade dikin herçiqasî ku di derbarê mijarê de serî li me nadin jî ew bi xwe naveroka nûçeyê çêdikin û didin. Ev nêzîkatî dûrî rojnamegertiya bê alî û serbixwe ye. Ev yek xizmeta polîtîkayên hikûmetê yên ji bona tecrîdê dikine. Ev yek xizmeta polîtîkayên hikûmetên yên ji bo tecrîdê dike ye. Em bang dikin ku, dest ji nûçeyên bên bandor berdin."