BI DÎMEN

Li Berlînê Şoreşa Jinê ya Rojava hat silavkirin

Li Berlînê bi çalakiyekê Şoreşa Jinê ya Rojava hat silavkirin. Ji Fermandara YPJ'ê Roksan Mihemed diyar kir ku têkoşîna wan di asta herî jor de berdewam dike.

ŞOREŞA JINÊ YA ROJAVA HAT SILAVKIRIN

Li paytexta Elmanya Berlîn, Şoreşa Jinê ya Rojava ya ku di 19'ê Tîrmeha 2012'an de dest pê kir, bi çalakiyekê hat silavkirin. Çalakiya ji aliyê PYD-Berlînê ve li Qada Oranienplatzê hat lidarxistin. Nûnerên gelek sazî û gelê Kurdistanê tevlî çalakiyê bûn. Li qadê bêyî navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

Di çalakiyê de ji bo şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştî rêzgirtinê Hevserokê NAV-Berlînê Huseyîn Yilmaz axivî û wiha got: “Ji Berlînê em silavên xwe ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye re dişînin. Şoreşa Rojava bi têkoşîna Tevgera Azadiya Kurd û paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat. Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye û şoreşeke ku YPJ’ê bi qehremanî li ber xwe da. Çawa ku gelek partiyên ku doza Kurdbûnê dikin hene, yên ku xiyanetê li destkeftiyên Kurdan dikin jî hene. Di nava van xayinan de rêveberiya PDK’ê heye û hevkariya dewleta Tirk a dagirker dike. Yên ku bi dijmin re hevkariyê dike, divê demildest li Kurdistanê bifikire û dest ji zirerdayîna destkeftiyên Kurdan berde.”

Hevseroka NAV-Berlînê Nursel Y. jî wiha got: “Jinên ku pêşengiya şoreşê kirin wê di hemû qadên jiyanê de jî pêşengiyê bikin.”

Fermandara YPJ’ê Roksan Mihemed bi rêya dîmen beşdarî çalakiyê bû. Roksan Mihemed ev tişt anî ziman: “Şoreşa Rojava, Şoreşa Jinê ye. Jinên ku pêşengiya Şoreşa Rojava kirin di her qadên jiyanê de têkoşîna xwe didomînin. Têkoşîn di warê leşkerî, sosyolojîk û civakî de didome. YPJ bi destpêkirina Şoreşa Jinê ya Rojava de hat avakirin. Jin û ciwanên Kurd di nava şoreşê de cihê xwe girtin. Zarok di nava şoreşê de mezin bûn û têkoşîna xwe didomînin. Di sala 2014’an de li hemberî êrîşên zîhniyeta hovane ya DAÎŞ’ê ya li dijî Rojava, xweparastin hat pêşxistin. Zîhniyeta hovane ya ku bi çekên herî bilind ên teknolojîk êrîş kir, bi destê jinên Kurd têk çûn. Di vê têkoşînê de gelek hevrêyên me yên jin şehîd bûn, têkoşîna me di asta herî jor de didome. Bi têkçûna zihniyeta hovane û barbar re ne tenê pêşeroja gelên li Rojava, Sûriye û Rojhilata Navîn, pêşeroja gelên cîhanê jî hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li Şoreşa Jinê ya Rojava derkeve.”

Endama Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî Sabriyê Savgat jî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Îro roja şehîdbûna Zîlan e. Em hemû şehîdan bi rêzdarî bi bîr tînin. Dewleta Tirk a faşîst li her derê Kurdistanê polîtîkaya şer dimeşîne, lê wê tu carî bi ser nekeve."

Piştî axaftinan hunermend Mem û Zîn, Azad Bedran, Fehed Hiso bi stranên xwe berşdaran coşandin. Ferhad Merdê ê bi rêya dîmen beşdarî çalakiyê bû helbesta Kobanê xwend.

Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana Rojava” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.