Parêzeran ji hikûmetê aqûbeta Tahîr Elçî pirsîn

Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsûm Batî ji Wezareta Karê Hundir û Wezareta Edaletê pirsa ‘Lêpirsîna Tarhîr Elçî digihêje kê?’ kir, anî ziman ku dixwazin qetilkirinê binixûmînin.

Ji bo dîtina berpirsên qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ê 28’ê Mijdara 2015’an a li pêşiya Mînareya Çar Ling a Amedê û ne lezkirina lêpirsîna di derbarê dosyayê de protesto bikin, li pêşiya Edliyeya Amedê çalakiya 134’an pêk hat.

Di daxuyaniyê de Sekreterê Giştî yê Baroya Amedê Mahsûm Bati anî ziman ku heta niha têkildarî dosyaya lêpirsîna Elçî zelaliyek derneketiye û îfadeya kesê nehatiye girtin.

‘HÛN DIXWAZIN SERÊ WÊ BINIXÛMÎNIN?’

Bati wiha got: “Em li vir bi van pirsan dixwazin ji rêveberên dewlet, dozger, Wezîrê Karê Hundir, Wezîreta Edaletê bikin. Lêpirsîna Elçî digihêje kê? Ji ber çi berpirs nayên dîtin. Berê jî me bi dosyayan diyarkiribû ku çima berpirsên Elçî nayê dîtin? Çima ev lêpirsîn bi pêş ve naçe? Tevl ku kolana Tahîr Elçî lê hatî qetilkirin bi dehan kesên bi çek hebûn, çima heta niha bersûcek nehatiye girtin? Gelo hûn dixwazin sernixûmandî bikin?”