Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtinê pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ger ku serledana parêzeran bêqebûlkirin dê sibê biçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî bi hinceta "keştî xirab" hatibû astengkirin.
Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 624 roj berê çûbûn Îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdana parêzeran her tim bi hincetên "keştî xirabe ye ", "rewşa hewayî", "kêştî di temîrê de ye" û "betlanaya fermî ye" tên astengkirin.