Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Raziye Tûrgût, Serbay Koklu, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin, serî li Serdozeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12-18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an karîbûn muwekîlê xwe bibînin.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23'ê Îlonê 'nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û bi 6 mehan hevdîtin qedexe kir.