Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê 23'ê Îlonê 'nexşeya rê' ya ku Rêberê Gelê Kurd sala 2009'an ji bo parêznameya xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê amade kiribû, kir hincet û 6 mehan hevdîtina bi parêzeran re li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan qedexe kiribû.