Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd serî li dozgeriyê dan

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo karibin muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin sibe muwekîlê xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Ji parêzerên Abdullah Ocalan Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de muwekîlê xwe dîtibûn.

Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê di 23'ê Îlonê de bi hinceta 'nexşeya rê' ya ku Ocalan sala 2009'an ji bo parastina xwe ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê pêşkêş kiribû, hevdîtina bi parêzeran re ji bo 6 mehan li Ocalan qedexe kiribû.