Parêzeran ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin.
Ji bo dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin û 39 meh in agahî jê nayê wergirtin, parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Serlêdan ji aliyê parêzer Sûzan Akîpa, Îbrahîm Bîlmez, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ve hate kirin. Parêzeran her wiha ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayîr Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serlêdan kirin.