Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo karibin muwekîlên xwe bibînin serlêdaneke nû kirin.
Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlum Dînç ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û 35 meh in tu agahî jê nayên girtin re, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.
Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.
Têkildariya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li derve bi temamî hatiye qutkirin. Ji serlêdanên hevdîtinê re ti bersiv nayê dayin, carna jî piştî bi mehan ji parêzeran re tê ragihandin ku cezayê dîsîplînê hatiye birîn.
Li gorî rapora dawî ya Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ku di 17'ê Çileyê de hate eşkerekirin;
- Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve tenê di navbera Gulan-Tebaxa 2019'an de 5 hevdîtinên parêzeran pêk hat, hevdîtina herî dawî jî di 7'ê Tebaxa 2019'an de bû.
- Ji sala 2014'an û vir ve tenê 5 hevdîtinên malbatan hate kirin.
- Hevdîtina herî dawî ya rû bi rû di 3'ê Tebaxa 2020'î de bi birayê xwe re kir.
- Ji roja destpêkê û vir ve tenê 2 caran (27'ê Nîsana 2020 û 25'ê Adara 2021'ê) bi telefonê axaftin hatiye kirin.
- Axaftina bi telefonê ya herî dawî ya 25'ê Adara 2021'ê di demeke kurt de qut bû û ji hingî agahî jê nayê wergirtin.