Parêzer Necat Çîçek hat binçavkirin

Rêveberê OHD’ê parêzer Necat Çîçek di operasyona qirkirina siyasî de hat binçavkirin.

Polîsan li Amedê bi ser mala Rêveberê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) parêzer Necat Çîçek de girtin. Piştî lêgerîna li mal hatî kirin, Necat Çîçek hat binçavkirin.

Şaxa Amedê ya OHD’ê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal ev daxuyanî da: “Rêveberê me yê şaxê parêzer Necat Çîçek di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komara Amedê ve tê meşandin de vê siharê hat binçavkirin. Em êrîşên ji bo krîmînalîzekirina fealiyetên me yên pîşeyî, qebûl nakin! Bila demildest parêzer Necat Çîçek were berdan!”