Parêzer ji bo Tahir Elçî li hev civiyan
Parêzer ji bo Tahir Elçî carek din li pêşiya edliyeyê li hev civiyan. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî biryara amadenekirina rapora nû ya Tipa Edlî hate dayîn.
Parêzer ji bo Tahir Elçî carek din li pêşiya edliyeyê li hev civiyan. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî biryara amadenekirina rapora nû ya Tipa Edlî hate dayîn.
Baroya Amedê ji bo eşkerekirina kujerên Tahir Elçî her hefteyê li pêşiya Edliyeya Amedê çalakiyê lidar dixe û cara 183’an li pêşiya edliyeyê li hev civiyan.
Serokê Baroyê Cîhan Aydin di çalakiyê de axivî û diyar kir ku heta kujerên Tahîr Elçî dernekevin pêşberî dadger û ceza negrin, ev rewşa bê cezatiyê ji holê neyê rakirn wê çalakiya xwe bidomînin.
TIPA EDLÎ: EM Ê RAPORA NÛ AMADE NEKIN
Aydin diyar kir ku dosyeya ku ji Saziya Tipa Edlî re şandibûn gihişte wan û piştî nirxandinên berfireh wê bi çapemeniyê re parve bikin. Aydin bi domdarî got; “Guhertinek tune ye. Em dixwazin rapora ku me li Zanîngeha Londrayê amadekirî bi baldarî were temaşekirin û berî demekê lêpirsîn were vekirin. Faîlên bingehîn kesên têne sûcdarkirin berî demekê bi awayê gumanbar îfadeya wan were girtin û karên pêwîst werin kirin.”
‘LI GIRTÎGEHAN SÛC DIKIN’
Mijara vê hefteyê ya Maseyê Mafên Mirovan a Tahir Elçî ‘Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan’ bû. Aydin wiha got; “Bi Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş re em civiyan. Demîrtaş got rojnameya Yenî Yaşam û weşanên din nade wî. Tevî Dadgeha Destûra Bingehîn rêveberiyên girtîgehan pêkanînên keyfî dikin. Dadgeha Destûra Bingehîn dibêje ‘bila dawî li van pêkanînên keyfî were’. Kî van pêkanînên keyfî dike bi vekirî sûc dike. Biryara darazê pêk naînin û sûc dikin.”