Parêzer ji bo HDP’iyên destgîrkirî li Emniyeta Enqerê ne

Parêzerên siyasetmedarên HDP’î yên destgîrkirî li Şaxa Midûryeta Emniyetê ya Enqerê ne.

Di çarçoveya operasyonên qirkirinê siyasî ya li ser siyasetmedarên HDP’ê de duh di serdegirtinên sibehê ya li 5 bajaran de 20 siyasetmedar hatin destgîrkirin.

Hemû siyasetmedarên hatine destgîrkirin birine Enqerê.

Parêzerên ji ber ‘sînordarkirina parêzeran’ a 24 saetan ku ji bo siyasetmedarên li Şaxa TEM’ê ya Midûryeta Emniyetê ya Enqerê tên ragirtin hevdîtinê bikin, bi dawîbûna wê demê re çûn Emniyeta Enqerê. Di nava parêzeran de Alîkarê Hevserokê Giştî yê Berpirsa Hiqûqê û Mafê Mirovan a HDP’ê Umît Dede jî heye.

Parêzeran anî ziman ku biryara ‘veşartiyê’ y ji bo lêpirsînê hatî danîn hê jî dewam dike. Wê roja Duşemê parêzer îtiraza vê bikin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne:

Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen, Endamê Desteya Rêveber a Navendî ya Dema nû ya HDP’ê Alp Altinors, Endamê Komîsyona Têkiliyên Karê Derve Nazmî Gur, Parlementerê Berê yê HDP’ê yê Amedê Altan Tan, Parlementera berê Leyla Akat Ata, Hevseroka Berê ya DBP’ê û Parlementer Emîne Ayna, Berdevkê Heyeta Îmralî Sirri Sureya Ondar, Endama MYK’ê ya Berê ya HDP’ê Bîrcan Yorûlmaz, Gulfer Akkaya, Berfîn Ozgu Kose, Dîlek Yagli, Can Memîş, Gunay Kubîlay, Bulent Parmaksiz, Zekî Çelîk, Pervîn Odûcû, Îsmaîl Şengul, Alî Urkut, Cîhan Erdal û Prof. Dr Emîne Beyaz Ustun.