Parêzer Erol: Divê CPT êdî nebe hevparê tecrîdê

Parêzer Faîk Ozgur Erol anî ziman ku CPT li gorî hevsengiyên li Tirkiyeyê serdana Îmraliyê dike û got, "Divê CPT êdî nebe hevparê tecrîdê."

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku hemû guhertinên qanûnî yên li Tirkiyeyê li ser bingeha 'Krîterên Ocalan' hatine kirin û got, "Xwe dispêre serlêdanekê ku di salên 2006-2007'an de hate kirin. Serlêdanek bû ku tê de dihate destnîşankirin ku rejîma girtina heta bi hetayê ya girankirî veguheriye înfaza bi rengê girtinê ya heta mirinê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ev serlêdan bi gelek serlêdanên din re kir ye û sala 2014'an biryar li ser da. DMME'yê got, 'Girtîhiştina heta mirinê kiryareke li dijî mirovahiyê ye, binpêkirina xala 3'an e û di vê mijarê de divê Tirkiye guhertina qanûnî bike'. Lê belê vê biryara DMME'yê rê li ber encameke otomatîk venekir. Tenê bû naskirina defetên berdana bi şert. Nêzî 7-8 salan li benda Tirkiyeyê hate rawestîn ji bo di vê mijarê de gavekê biavêje, lê ti gav nehate avêtin. Li ser vê yekê sala 2021'ê komek ji rêxistinên civakî yên sivîl ên li Tirkiyeyê serî li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) dan. Di vir de xusûsa girîng ew e ku heta van rêxistinên civakî di sala 2021'ê de serlêdan nekir, Komîteya Wezîran li ser mafê hêviyê biryar neda destpêkirin. Zor nedida Tirkiyeyê. Piştî ku rêxistinên civakî yên sivîl serî lê dan, hingî Komîteya Wezîran xist rojeva xwe û bersivek ji Tirkiyeyê xwest. Rapora ku Tirkiyeyê şand, bersivek ne ji bo guhertinê bû. Nîşan dida ku planeke xwe ya ji bo guhertin û sererastkirinê nîne. Nêzîkatiya li vê meseleyê yekser pêwendiya xwe bi nêzîkatiya li Abdullah Ocalan heye. Tirkiyeyê di nava 22 salên dawî de gelek guhertinên qanûnî kir û ev hemû jî li ser esasê 'Krîterên Ocalan' pêk anî. Ji guhertineke ji rêzê ya cezakirinê heta bi efûya xwendekaran. Ev guhertin dema ku li komîsyonên meclîsê hatin lêkolîn, nêzîkatiyeke welê hate nîşandan ku ev yek wê bandorê li Abdullah Ocalan bike yan na? Nêzîkatiya Tirkiyeyê ya li ser vê mijarê bi rêk û pêk e."

LI ÎMRALIYÊ LI BER XWE DIDIN

Parêzer Erol bi bîr xist ku 2 sal û nîv e agahiyê ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevalên wî nagirin û got, "Bi temamî xistine tecrîdê û bi ti awayî agahî ji wan nayê girtin. Herî dawî çend deqeyan bi telefonê bê re axaftin ahtibû kirin. Beriya wê jî hevdîtina herî dawî ya malbatê di Adara 2022'an de hate kirin. Bi giştî du sal û nîv e têkildarî Girtîgeha Îmraliyê çavdêriyeke serbixwe nehatiye kirin. Saleke em nikarin dengê wan jî bibihîzin. Girankirina tecrîdê ya di vê astê de xêr nîne. Bi dîtina min şidandina tecrîdê ya di vê astê de pêwendiya xwe bi berxwedêriya Birêz Abdullah Ocalan heye. Li dijî her cûre zext û zordariyê li ber xwe didin."

NÊZÎKATIYA CPT BI PIRSGIRÊK E

Erol anî ziman ku dema tecrîd tê girankirin CPT jî xwe li gorî rewşê bi rêk û pêk dike û işaret bi van xusûsan kir: "Şêweyê CPT ê şopandina Îmraliyê heta niha timî bi pirsgirêk bû. Berê tespîtên girîng kiribû, lê belê dema ku mirov bala xwe dide ser 10 salên dawî, çûn û hatina CPT, kengî hevdîtinek pêk were, bi heyetên siyasî re li CPT jî hevdîtin tê kirin. CPT sala 2016'an di dema tecrîdê de, di dema darbeyê de hat Tirkiyeyê, lê neçû Îmraliyê. Dema ku tecrîd tê girankirin, CPT jî dikeve nava helwesteke li gorî vê yekê. Dema ku tecrîd heta astekê tê şikandin, CPT jî nêzîkatiyeke welê nîşan dide ku tecrîdê ji aliyê xwe ve dişikîne. Rewşa destpêkê ya ku derket derveyî vê nêzîkatiyê par pêk hat ku gava ji bo serdana Navendên Veguherînê hat serdanê, di heman demê de çû Girtîgeha Îmraliyê. Lê belê têkildarî girtîgehan bi rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin nekir. Lewma nayê zanîn ku hevdîtin çawa derbas bû, çi hate axaftin, çavdêriya wan çi ye. Em karin vê yekê êdî bi hêsanî bibêjin, em ji aliyê xwe ve her sê mehan carekê bi raporan rewşa li Tirkiyeyê ji CPT re radigihînin û erk û berpirsyariya xwe bi cih tînin. Saziyeke ku îdîa dike ew Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ye, bicihanîna berpirsyariyên xwe cihê nîqaşê ye. Divê êdî nebe hevparê tecrîdê."

ENCAMÊN BERXWEDANÊ

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol destnîşan kir ku serlêdana hiqûqnasan û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên ji çar aliyên cîhanê ji bo çûyîna Îmraliyê gelekî girîng û hêja ye û got, "Hem serlêdana hiqûqnasên li Tirkiyeyê hem jî ya hiqûqnasên li Ewropa, Emerîka û Rojhilata Navîn me gelekî girîng û bi baldarî şopand. Nêzîkatî û piştevaniya hempîşeyên me beriya her tiştî bêhiqûqî û sîstema tecrîdê ya li Îmraliyê di asta navneteweyî de raxist pêş çavan. Sîstema tecrîdê rejîma xwe ya înkar û retkirinê dewam dike. Vê sîstemê hem li qada herêmî hem jî li qada navneteweyî bersiva xwe ya dijberiyê wergirt."